Sibat 17, 2021 15:35 Asia/Tehran
  • Rêberê mezin ê Inqilaba Îslamî: Ger em çalakiya aliyê din li Rêkeftina Navokî bibînin, em ê jî tevbigerin

Rêberê Giranqedr ê Inqilaba Îslamî ya Îranê bal kişand ser gotinên xwe yên dawiyê derbarê Rêketina Navokî û diyarkirina çarçêva siyasetên nizamê di vê barê de û got: Ger em çalakiya aliyê din bibînin, em ê jî tevbigerin û vê carê, Komara Îslamî bi gotin û sozan qayil nabe.

Hz. Ayetullah Xamineyî, Rêberê Giranqedr ê Inqilaba Îslamî, vê sibehê (Çarşemê) di pêwendiyek vîdyoyî de digel hejmarek ji xelkê Tewrîzê got: Derheqê Rêketina Navokî gotar û sozên pir hene, lê me gelek peyv û sozên baş bihîstine ku binpê kirin û li dijî wan pêgav avêtine. Soz û gotin bêkêr in û vê carê tenê çalakî û pratîk ji me re girîng e.

Rêberê Giranqedr ê Inqilaba Îslamî bi sekinîna ser vê yekê ku em divê dijminatiya îstikbarê li hemberî Komara Îslamî ji bîr nekin, got: Bê guman, ew bi hincetên curbecur, yên wekî mafên mirovan, qayide û qirarên îslamî, nukleerî, mûşekî, herêmî û pirsgirêkên din, komplo û nakokiyên xwe bikar tînin, lê divê were zanîn ku ev mijar tenê behane ne.

Rêberê Giranqedr ê Inqilaba Îslamî xurt û qewîkirina hêzên leşkerî û parastinê û xurtbûna Îranê wekî hêzek mezin a herêmî ji destkeftiyên Inqilêaba Îslamî dan zanîn û got: Sedema sereke ya komployên cûrbecûr ên Amerîka û Rejîma Siyonîstî û hin hukûmetên Ewropî ev gavavêtina ber bi pêş a Inqilabê ye ku bi hezkirin û  îzna Xwedê teala, hêza netewe û karbidestan wê van komployan têk bibe û bê encam bike.

Rêberê Giranqedr ê Inqilaba Îslamî di beşek din ji axavtina xwe de, amaje bi hilbijartinên serokomariyê yên pêşerojê kir û hilbijartin jibo welat zirûf û derfetek mezin bi nav kir û got: Bê guman dijberên Komara Îslamî naxwaze nizam vê zirûf û derfeta girîng bona pêşketina welat bi kar bîne, lê beşdariya bi coş û girseyî û inqilabî ya gel di hilbijartinan de dê ewlehiyê bîne welat û dijminan paşde bide û tamakariya wan kêm bike, ji ber vê yekê divê ev derfet ji dest xwe nedin.

Hz. Ayetullah Xamineyî armanca dijmin ji dubarekirina îdîayên di derbarê hilbijartinan de jibo dilsarkirin û dilşikestina xelkê da zanîn û got: "Tevî van îdiayan, hilbijartin ji bo welat îmkan û rezervanek girîng e, ku divê bi beşdarbûna bi coş a gel re hevrê bibe, bê guman ger beşdariya bi coş bi bijartineke rast yanî hilbijartina kesekî karîger, bawermend, motîvasyon, bi viyan û pirxebata hev rê bibe, pir baş û sûdmend dibe û pêşeroja welêt garantî dike.

Serepeyv