Xetîbzade: Girêdana bûyera Hewlêrê li Îranê gumanbar û şermezarkirî ye
Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê bal kişande ser nûçeyên weşandî derbarê bûyera şeva çûyî li Hewlêrê û hin gotegotên di vî warî da, got: Tevî ku em van gotegotan bi tundî red dikin, hewildanên gumanbar jibo girêdana wê bi Îranê jî bi tundî şermezar dikin.

Li gorî rapora IRIB Newsê ji zarê Rêveberiya giştî ya Ragihandin û Berdevkiyê ya Wezareta karên derve, Seîd Xetîbzade destnîşan kir: Îran aramî û ewlehiya Iraqê babeteke girîng jibo navçeyê û welatên cînar dizane û her cûre kiryarên ku aramî û tenahiyê li vî welatî tûşî aloziyê bîne, red dike.
Wî tevî gumanbarzanîna van cûre kiryaran ji dewleta Iraqê xwest jibo şopandin û sekinîna li hemberî sebebkarên van kiryaran destûrên pêwîst bide.