Sibat 16, 2021 14:10 Asia/Tehran
  • Edmîral Xanzadî: Hêza Deryayî ya Hindê dê tevlî şerezmûna hevedudanî ya Ewlehiya Deryayî bibe

Fermandarê Hêza Deryayî ya Artêşa Îranê got: Armanca giştî ya şerezmûn ahevedudanî ya Ewlehiya Deryayî li bakurê Oqyanûsa Hindê bidestxistina ewlehiya komî di asta navçeyê da ye û Hêza deryayî ya Hindê dê tevlî vê şerezmûnê bibe.

Li gorî rapora IRAN Pressê, Emîr edmîral Husên Xanzadî, Fermandarê Hêza Deryayî ya Artêşa Îranê her wiha got: Ji sala bihurî va rêzeşerezmûnên Ewlehiya Deryayî ku bi awayê hevedudanî tê lidarxistin, bi beşdariya welatên navçeyê û cîhanê ketiye rojeva Hêza deryayî.

Fermandarê Hêza Deryayî ya Artêşa Îranê got: Di vê dora şerezmûnê da ku ji îro Sêşemiyê va dest pê bûye, Hêza deryayî ya Rûsiyê tevlî cihê şerezmûnê bûye û Hêza deryayî ya Hindê jî dê beşdarî şerezmûna hevedudanî ya Ewlehiya Deryayî bibe.

 

 

Serepeyv