Sibat 16, 2021 11:05 Asia/Tehran
  • Keştiyên şêrr ên Îran û Rûsiyê gulle berdan ser armancên deryayî

Qonaxa yekem a temrînên şerezmûna hevedudanî ya Kembera Ewlehiya Deryayî ya Îran û Rûsiyê-2021 bi gullereşandina du welatan ser du armancêîn jipêşvediyarkirî li nav deryayî dest pê bû.

Li gorî rapora IRAN Pressê, Sibeha îro Sêşemiyê yekîneyên ser avê yên Îran û Rûsiyê bi hereketa ber bi bakurê Oqyanûsa Hindê, qonaxa yekem a temrînên vê şerezmûnê cih anîn.

Di vê qonaxa şerezmûnê da, yekîneyên ser avê yên Îran û Rûsiyê bi serfermandetiya keştiya şêrr a tam îranî ya Cemaranê û bi bikaranîna cûreyên çekan êrîşî ser armancên jipêşvediyarkirî li deryayê kirin.

Di qonaxa din a temrînê da jî operasiyona PHOTOEX pêkhatî ji rêzebendîya afendî ya yekîneyên beşdar di şerezmûnê da, li gorî gefên heyî li navçeyê pêk hat.

Gişt qonaxên vê şerezmûnê bi çavdêrî û şopandina asimanî ya navçeyê ji aliyê helîkopterên Hêza deryayî ya Artêşa Îranê va pêk hat.

Şerezmûna hevedudanêî ya Kembera Ewlehiya deryayî ya Îran û Rûsiyê-2021ê ji sibeha îro va li navçeya bakurê Oqyanûsa Hindê û Deryaya Omanê dest pê bûye û dê bi qasî du rojan berdewam be.

 

Serepeyv