Sibat 15, 2021 20:37 Asia/Tehran
  • Axaftina Rêberê mezin ê Inqilaba Îslamî di salvegera serhildana gelê Tewrîzê ya 29-ê Behman

Rêberê Giranqedr ê Inqilaba Îslamî ya Îranê, bi minasebeta salvegera serhildana gelê Tewrîzê li dijî rejîma dîktator a Taxût, dê bi riya vîdeo konferansê ji bo gelê Azerbaycana Rohilatê biaxive.

Axaftina Hz. ayetullah Xamineyî di saet 10:30 sibeha Çarşemê, bi dema Tehranê, di Radyo û Televîzyonên Komara Îslamî ya Îranê de zindî were weşandin herwiha ew axivtin dê li ser ajansa nûçeyan a IranPress û li ser malpera agahdariyê ya KHAMENEI.IR û hesabên vê malperê li ser medyaya civakî de jî were belavkirin.

Her sal, bi minasebeta salvegera serhildana gelê Tewrîzê, bi hezaran kes ji çînûqatên curbicur ên li parêzgeha Azerbaycana Rojhilat bi Rêberê mezin ê Inqilaba Îslamî re li Huseyîniya Îmam Xumeynî(RE) diciviyan.Lê îsal ji ber pandsemya Koronayê ev civîn li nimêjgeha Tewrîzê li dar dikeve û rêberê Înqilabê wê bi riya vîdeo konferansê ji xelkê re biaxive.

Serepeyv