Sibat 15, 2021 18:08 Asia/Tehran
  • Amara herî dawiyê ya Koronayê li Îranê

Berdevka Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê îro ragihand ku heya niha li Îranê jimara kesên ku bi vîrusa koronayê ketine gihêştiye milyonek û 526 hezar û 23 kesan.

Berdevka Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê Dr. Sîma Sadat Larî îro duşemê derbarê amara herî dawiyê ya Koronayê li Îranê ragihand: Di 24 saetên borî de testa Koronayê ya 7 hezar û 760 kesên din pozetîv derketiye ku ji wan 784 kes di nexweşxanan de hatin razandinê û yên din piştî tedawî û dermankirina sivik çûn malên xwe.

Berdevka Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê îro ragihand ku heyf û mixabin di 24 saetên dawiyê 83 kesên din ji ber vîrusa Koronayê can dan û jimara kesên ku ji despêka peydabûna vê vîrusê li Îranê heya niha can dane gihêşte 59 hezar û 28 kesan.

Berdevka Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê herwiha got: Şukra Xwedê heya niha milyonek û 304 hezar û 330 nexweşên koronayî li Îranê baş bûne û vegerîne ser malên xwe.

Hejmara mirovên ku heya niha li cîhanê bi vîrusa korona ketine nêzîkî 110 mîlyon kesan bûye ku ji van zêdetirî du mîlyon û 412 hezar kes mirine û  zêde ji 81 milyon pêketiyên Koronayê jî baş bûne.

Serepeyv