Sibat 14, 2021 15:13 Asia/Tehran
  • Mûşeka hişmend a 300 kîlomitrî ya Hêza Bejahiyê ya Artêşa Îranê hat ceribandin

Fermandarê Hêza Bejahiyê ya Artêşa Îranê qala ceribandina mûşeka hişmend a 300 kîlomitrî ya Hêza Bejahiyê ya Artêşa Îranê li navçeyeke welêt kir.

Li gorî rapora IRNAyê, Emîr sertîp Kiyomers Heyderî, Fermandarê Hêza Bejahiyê ya Artêşa Îranê di kêleka duyemîn festîvala neteweyî ya îdeyan a Şehîd Namcû ya Hêza Bejahiyê ya Artêşa Îranê ku sibeha îro yekşemiyê di Erkantiya Fermandetiya vê hêzên hat lidarxistin, tevî amajeya bi şiyana Hêza Bejahiyê ya Artêşa Îranê di warê Topxane, roketavêj û roketan ji nûçegihanan ra got: Aniha ku ez bi we ra diaxivim, yekîneya mûşekî ya Hêza Bejahiyê ya Artêşa Îranê li navçeyeke welêt di halê ceribandina mûşeka bi birra 300 kîlomitrî ne.

Fermandarê Hêza Bejahiyê ya Artêşa Îranê got: Ev mûşek di rêza birra navîn a Hêza Bejahiyê ya Artêşa Îranê da ye ku îro ji hêla diqet û hêzê va tê ceribandin.

Sertîp Heyderî derbarê taybetmendiyên vê mûşekê got: Ev mûşek xwedan qabiliyetên nuqtejenî, hişmendî û atomasiyonê ye û amade ye ku di rewşê cûrbecûr ên hewa berevaniya ji sînorên Komara Îslamî ya Îranê bike.

Wî got: Em hewil didin ku çekên me di vî warî da hişmend bin, xwedan qabiliyeta atomasiyonê û nuqtejen bin.

 

 

Serepeyv