Şerezmûna Pêxemberê mezin-16 ya Hêza bejahî ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî bi dawî bû
Fermandarê giştî yê Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî di dawiya Şerezmûna Pêxemberê mezin-16 ya Hêza bejahî ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî da destnîşan kir ku Hêza bejahî ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî nîşan da zindî, geş û ber bi pêş va dimeşe.
Li gorî rapora IRNAyê, Serdar serleşker Husên Selamî, Fermandarê giştî yê Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî di dawiya Şerezmûna Pêxemberê mezin-16 ya Hêza bejahî ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî da ku di destpêka berbanga îro Înê li navçeya gelemperî ya başûrê rojavayê welêt bi dawî bû, di axaftinekê da bi gotina vêya ku ev şerezmûn ji meşqên herî bihêz û deqîq di operasiyona rojane û teka (êrîşa) şevê da bû, got: Vê şerezmûnê em birin şevên hemasî yên serdema Berevaniya Pîroz, Kerbelaya 5, Wel-Fecra Heşt, Feth ul-Mobîn, Beyt ul-Muqedes û Terîq ul-Qudsê.
Fermandarê giştî yê Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî tevî sipasiya ji fermandar û şervanên beşdar di vê şerezmûnê da û gelê momin, têgihîştî û înqilabî yê navçeyê, destnîşan kir: Rihê iqtidar, berevanî, berxwedan û êrîşa dijî dijmin tam zindî ye û H nîşan da ku zindî, geş û berbipêş e.
Wî her wiha got: Hêza bejahî ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî garantorê ewlehî, serxwebûn, abor û şerefa me ye; Ji duh heta vê berbangê baş tevgeriya û rûpeline mayînde li karnameya iqtidara berevanî û pêşîlêgirtinê ya niştîmana îslamî zêde kirin.
Serleşker Selamî tevî amajeya bi vêya ku dijmin divê ji hêza agirê ku di vê şerezmûnê da bi destê zarên Îrana Îslamî pêk hatiye, ibretê werbigirin, got: Vira welatê berxwedan, şeref, mêrantî û xîretê ye û pasdarên îro xurt û berxwedêr rêya şehîdên serdema Berevaniya Pîroz, berevanên welêt û şehîdên berevanê heremê didomînin û jibo berevaniya ji serxwebûn, şeref, serfirazî, ewlehî û yekparçetiya welêt dê kêliyekê xefletû derengî nekin.
Şerezmûna Pêxemberê mezin-16 ya Hêza bejahî ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî bi mihweriyeta Biryargeha navçeyî ya Kerbelayê ji roja bihurî (pêncşemî) va bi amadebûna serdar serleşkerê Pasdar Husên Selamî, sertîpê Pasdar Muhemed Pakpûr Fermandarê Hêza bejahî ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî û komeke fermandar, berpirs û karzanên Biryargeha navendî ya Xatem ul-Enbiya, Erkaantiya giştî ya Hêzên çekdar û Sipahê li navçeya gelemperî ya başûrê rojavayê welêt dest pê bû.