Serokê Saziya Dadweriyê ya Îranê vegeriya welêt
Serokê Saziya Dadweriyê ya Îranê piştî 4 rojan mayîna li Iraqê, berbanga Înê gihîşte Têhranê.
Li gorî rapora IRIB Newsê, Hucet ul-Islam wel-Muslimîn Seyid Ibrahîm Reîsî, Serokê Saziya Dadweriyê ya Îranê piştî vegeriyana li Iraqê li balefirgeha navneteweyî ya Mêhr Abada Têhranê, got: Di vê seferê da biryar hat dayîn ku Komxebata Saziya Dadweriyê ya Iraqê digel hevtayê iraqî, dosyeya şehîdbûna fermandarên Berxwedanê heta bidestxistina encama dawî bişopîne.
Serokê Saziya Dadweriyê ya Îranê her wiha got: Bi teqeziya berpirsên Iraq û Îranê biryar hat dayîn ku bi tu awayî nabe ku dosyeya şehîdbûna Hac Qasim Silêmanî û Ebû Mehdî Muhendis bikeve ber derbasbûna demê û divê hertim di rojevê da be û ji aliyê Saziya Dadweriya Iraqê va bi awayekî cidî were şopandin.
Serokê Saziya Dadweriyê ya Îranê her wiha got: Derbarê mijara zindaniyan, têkoşîna cidî dijî gendeliyê, madeyên hişber, sûcên rêxistinkirî, danûstandina lêzanînan û çalakbûna qanûna vegerandina sûcdaran, her wiha derbarê hevkariya du welatan di warê têkoşîna sextekarî û diravşûştinê jî behs hat kirin.