Rêzgirtin - Yewmullaha 22ê Behmenê di Fecra 42an a Înqilaba Îslamî
Îro çil û duyemîn salvegera serketina Înqilaba Îslamî ye.
Înqilaba Îslamî ya Îranê roja 11ê Sibata 1979an bi rêbertiya Hezreta Îmam Xumeynî (Re) bi ser ket.
Îro Çarşemî, 22ê Behmena 1399an a Koça Rojî hevdem digel 10ê Sibata 2021ê, çil û duyemîn salvegera serketina Înqilaba Îslamî ya Îranê bi rêbertiya Hezretê Îmam Xumeynî (Re) ye.
Gelê seranserî Îrana Îslamî her sal bi beşdariya miliyonî di meşa mezin, peymana xwe digel ramanên Înqilaba Îslamî û Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî dubare dikir; Lê îsal ji ber belavbûna Vîrûsa Koronayê, rêûrisma rêzgirtina salvegera serketina Înqilaba Îslamî bi awayê mecazî û meşa erebeyan tê lidarxistin.
Rê û risma Yewmullaha 22ê behmenê ji bilî Îrana Îslamî, di 63 welatên din jî dê were lidarxistin.
Her wiha biryar e ku li Têhranê ev merasim bi awayekî taybet û bi nimandina destkeftên Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî di warê Hewa-Feza da were lidarxistin.