Sibat 09, 2021 08:45 Asia/Tehran
  • Qalîbaf tekez kir ku pêdivî ye Îran û Rûsya di pergala nû ya cîhanî de rola xwe bilîzin

Serokê Meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê roja Duşemê li Enstîtuya Rojhilatnasiyê ya Moskowê tekez kir ku pêdivî ye Îran û Rûsiya di nîzam û pergala nû ya cîhanî de rola xwe bilîzin.

Li gorî ragihandina IRIB Newsê, Serokê Meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê Muhemed Baqir Qalîbaf, di nav zanyar û ramanwerên Îrannas ên Enstîtuya Rojhelatnasiyê ya Moskowê, bal kişande ser pêdivîbûna Îran û Rûsyayê kir ku di pergal û nîzama nû ya cîhanê de rol bilîzin û di dewamê de got: Di vê nîzama nû ya cîhanê de, teknolojiyên pêşketî êdî di destê welatên rojavayê bi tenê nemaye.

Qalîbaf bal kişande ser kirîzên cîhanê jî û got ku Amerîka û hin welatên din dixwazin bi rûbirûbûna bi Rûsya û Çînê re û bi karanîna hêza leşkerî ji bo kiryarên terorîstî  wekî ya ku me di terorkirina General Hecî Qasim Sulêmanî de dît desthilatdariyê bidomînin,

Serokê Meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê herwiha got: "Sedsala bê(Sedsala Koçî Tavî) dê bibe sedsala Asyayê û navenda giraniya cîhanê dê serbihûriyeke kêmtir di zorbêjiyê û serbihûriyeke zêdetir dê di aştî û hevaltiyê de hebe."

Qalîbaf êvara Yekşemê li ser vexwendina fermî ya Serokê Dûma Dewleta Rûsyayê Vichislav Valudin, jibo hevdîtin û gotûbêja bi rayedarên payebilind ên Rûs re gihîşt paytexta Rusyayê, Moskova.

Serokê Meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê di dema hevdîtina bi Vichislav Valodin re roja Duşemê, peyama Rêberê mezin ê inqilaba Îslamî ya Îranê ku ji serokomarê Rûsyayê Vladimir Putin re şandibû da destê serokê Dûma Dewletê ya vî welatî.

Serepeyv