Sibat 08, 2021 19:18 Asia/Tehran
  • Rûhanî: Vaksînekirin dê ji sibe va li Îranê dest pê bibe

Serokê Komara Îslamî ya Îranê got: Vaksînekirin li Îranê dê ji sibe Sêşemiyê va dest pê bibe û bi lez di çarçova belgeya pesendkirî ya Erkantiya Neteweyî ya Têkoşîna dijî Koronayê da were domandin.

Hesen Rûhanî, Serokê Komara Îslamî ya Îranê berêvariya Duşemiyê di rêûrsima behrewergirtin ji projeyên sermiyandanîna Koçerî  ûgundî û projeyên neteweyî yên Wezareta Kar da got: Sibe anku Sêşemî rojek e ku Vaksînekirin (Vîrûsa Koronayê) dê li Îranê dest pê bibe û rojeke pîroz e; Ev plan li gorî belgeya ku Erkantiya Neteweyî ya Têkoşînan dijî Koronayê ew pesend kiriye û ragihandiye, dê bi lez were domandin.

Wî her wiha got: Em hêvîdar in sala tê jibo gel di warê têkoşîan dijî vê vîrûsê saleke baştir be û bi hewildanên ku milet pêk anî, ji hêla boykotê va jî - ku helbet têk çûye - dê xelkê rewşeke baştir hebe.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê tevî pîrozkirina Dehika Fecrê kêfxweşiya xwe ji destpêbûna xebata projeyêîn cûrbecûr li gundên welêt diyar kir û got: Vekirin û nimandina 142 hezar projeyan di destpêka vê bernameyê da û projeyên din tê wê wateyê ku roja îro em guhertineke baş li gundên welêt dibînin.

Hesen Rûhanî, Serokê Komara Îslamî ya Îranê roja Duşemiyê di heştemîn roja Dehika pîroz a Fecrê da destûra behrewergirtina fermî ji 142 hezar projeyên karçêkirinê yên gundî û koçeran û projeyên neteweyî yên Wezareta Kar da.

 

Serepeyv