Amara herî dawiyê ya pêketin Koronayê û mirina ji ber vê vîrusê li Îranê
Berdevka Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê ragihand ku li welêt zêdetirî milyonek û 241 hezar kesên ku bi vîrusa Koronayê ketine ji vê nexweşiyê filitîne.
Berdevka Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê Dr. Sîma Sadat Larî îro Înê derbarê amara herî dawiyê ya Koronayê li Îranê ragihand: Di 24 saetên borî de testa Koronayê ya 7 hezar û 61 kesên din pozetîv derketiye ku ji wan 675 kes di nexweşxanan de hatin razandinê û yên din piştî tedawî û dermankirinê çûn malên xwe.
Sîma Sadat Larî herwiha got: Bi van pêketiyan ve jimara kesên ku heya niha li Îranê bi vîrusa koronayê ketine gihêştiye milyonek û 452 hezar û 387 kesan.
Berdevka Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê îro ragihand ku heyf û mixabin di 24 saetên dawiyê 80 kesên din ji ber vîrusa Koronayê can dan û jimara kesên ku ji despêka peydabûna vê vîrusê li Îranê heya niha can dane gihêşte 58 hezar û 336 kesan.
Berdevka Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê herwiha got: Şukra Xwedê heya niha milyonek û 241 hezar û 320 nexweşên koronayî li Îranê baş bûne û vegerîne ser malên xwe.
Hejmara mirovên ku bi vîrusa korona ketine li cîhanê ji 105 mîlyon kesan derbas bûye ku ji van zêdetirî du mîlyon û 296 hezar kes mirine û bêtirî 77 mîlyon kes jî sax bûne.