Sibat 03, 2021 23:25 Asia/Tehran
  • Rûhanî: Encamên pêwendiyên bi biratî û stratejîk ên Îran û Iraqê ewlehî û aramiya tevahiya herêmê garantî dike

Serokê Komara Îslamî ya Îranê bi pêşewaziya ji berfirekirina têkiliyên Tehran-Bexdayê tekez kir ku Îran û Iraq xwediyê hevpariyên xurt in û van hevpariyên her du welatan wisa du welat li hevdu girêdide ku encamên vê pêwendiya bi biratî û stratejîk ji du welatan derbas bûye bi awayekî ku ewlehî û aramiya tevahiya herêmê misoger dike.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê Hesen Ruhanî di hevdîtina wezîrê derve yê Iraqê Fûad Husên de got: "Îran û Iraq, ji ber potansiyela aborî yên xwe, dikarin wekî du aborên ku hevdu dikemilînin bi rakirina gavên bilind danûstandinên xwe yên bazarganî zêde bikin û  wê bigihînin 20 milyard dolaran li salê.

Rûhanî têkildarî çareserkirina pirsgirêkên kargêriya rêhesina Şelemçe-Besrayê got: "Em bawer in ku ev proje bi tevahî aborî, bazirganî ye û di çarçova pircurkirina rêyên veguhastina di navbera Îran û Iraqê de ye."

Rûhanî diyar kir ku Îran piştgiriyê dide ewlehî, îstiqrar, serxwebûn, yekperçetî, bihêzbûna û baştirbûna mewqiya Iraqê li navçê û cîhanê û got: Hevkarî û arîkariya her du welatan di dema êrişa hêzên DAIŞê da ji bo filitandina navçê ji bin desthilata terorîstên tekfîrî, mînakek pir baş ji bo xurtkirina têkiliyên dualî ye. 

Serokê Komara Îslamî ya Îranê herwiha diyar kir ku Tehran li dijî mudaxileya biyaniyan li karûbarên Iraqê ye û wê ser ziyana gelê Iraqê û navçê dizane û got: Terorkirina bi nemerdî yên şehîd Hac Qasim Sulêmanî û şehîd Ebû Mehdî el-Muhendis bû mînaka herî berbiçav a destwerdana bêşermane ya biyanî di karûbarên navxweyî yên Iraqê de û di forma operasyonên terorîstî yên hikûmetî de lehengên serketina li ser DAIŞê kirin hedef.

Rûhanî tekez kir ku Îran pişgiriya hebûna Iraqê di têkiliyên navçeyî de dike û bawer e ku Iraq weznek girîng e di têkiliyên siyasî û ewlehiya navçê de.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê hêvî kir ku rêveberiya nû ya Amerîka pê bi hese ku hebûna wê li herêmê ji ewlehiyê re zirar e û dê vê siyaseta xwe ji nû ve binirxîne.

Wezîrê Karên derve yê Iraqê Fûad Husên jî li vê hevdîtinê de seredana serokkomarê Îranê bo Iraqê bi serdanek dîrokî û jibîrnekirî wesif kir û got: "Vê seferê, her çend  pêwendîyên du alî kûrtir kir ji aliyê din ve bû sedema pêkhatina zemîne û derfet hevkariyên zêde û cihanîna lezgîn a rêkevtinan û komîta hevkariya hevbeş digel Îranê li dû şopandina cîbicîkirina rêkeftinên serokên du welatan e.

Wezîrê karên derve yê Iraqê got: gel û hukumeta Iraqê hertim qedirzanê hevrêtî û hevkariya Îranê di dema şerê li dijî terorîzmê li Iraqê, nemaze DAIŞê de ye, vê meselê gelek girîng dinirxînin û wê ji bîr nake.

Fûad Husên herwiha got: "Bexda bi israr li dû derketina leşkerên bîyanî ji Iraqê ye û ev pirs bi danûstandin û pêngavên ku hatine rakirin serêp xwe digire."

Serepeyv