Sibat 03, 2021 22:13 Asia/Tehran
  • Zerîf: Bidawîanîna hebûna hêzên Amerîkî bersiva herî baş e ji terorkirina Şehîd Sulêmanî re

Wezîrê karên derve yê Îranê pesnê şopandina pêvajoya dadweriyê ya terorkirinba serfermandarên şehîd General Sulêmanî û Ebê Mahdî el-Muhendis ji hêla gel û hukûmeta Iraqê ve da û tekez kir: "Bidawîanîna hebûna hêzên amerîkî li navçê dê bersiva herî baş bibe ji bo vê kiryara terorîstî. "

Di hevdîtina wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê Mihemed Cewad Zerîf digel wezîrê karên derve yê Iraqê Fûad Husên de ku bi serokatiya şandekê hatiye Tehranê, pêşhatên dawîn ên têkeliyên dualî û pirsgirêkên herêmî û navneteweyî hatin gotûbêj kirin.

Di vê civînê de, Zerîf spasiya hikûmeta Iraqê kir jibo şopandina pêvajoya dadwerî ya terorkirina fermandarên şehîd General Sulêmanî û Ebû Mehdî el-Muhendis û hêvî kir ku tawanbarên vê kiryara cinayetkarane ji rêyên şopandinên dadwerî werin cezakirin.

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê  herwiha got: "Bidawîanîna hebûna hêzên amerîkî li navçê dê bersiva herî baş bibe ji vê kiryara terorîstî re."

Zerîf kêfxweşiya xwe ji pêkanîna komîsyonek hevbeş ji bo hevkariya aborî di navbera her du welatan de anî ziman û hêvî kir ku rêkeftinên dema sefera serokomarê Îranê bo Iraqê li warên cûrbicûr ên dualî li ser warên pîşesazî, bazarên sînorî, bazirganî û ziyaretê, veguhastina mal û daxwaz û meselên Bankî di zûtirîn dem de werin qedandin.

Di vê civînê de, wezîrê karên derve yê Iraqê Fûad Husên serdanên şandên her du welatan wekî nîşana pabendiya her du aliyan bi têkiliyên dualî wesif kir û nerînên aliyên iraqî li ser mijarên curbicur şirove kirin.

Di civînê de, wezîrê karên derve yê Iraqê bal kişand ser dîtina taybet a serokwezîrê Iraqê Mustafa el-Kazimî, derbarê şopandin û birêxistinkirina peywendîyên her du welatan.

Serepeyv