Sibat 03, 2021 15:05 Asia/Tehran
  • Rûhanî: Kes li Lihevkirina Navokî nayê zêdekirin

Serokê Komara Îslamî ya Îranê civaka navneteweyî hişyar kir: Tu bendeke Lihevkirina Navokî nayê guhartin û kesek jî li vê lihevkirinê nayê zêde kirin.

Li gorî IRIB News, Hesen Rûhanî di civîna îro ya kabîneyê de wiha got: "Ev rêkeftin tiştek nîne ku bi hêsanî pêk hatibe. Em hest dikin ku raya giştî û siyasetmedarên cîhanê bawer in ku Lihevkirina Navokî dikare ji bo ewlehî û aştiya civakê bi feyde bibe." 

Rûhanî herwiha got: "Divê Amerîkî zanibe ku ew hîn jî biryarnama 2231 binpê dikin û bi berdewamî behsa Lihevkirina Navi nexjn rojevê."

Serokê Komara Îslamî ya Îranê xîtabî Amerîkîyan got: "Ev biryar ji alîyê Civata Ewlekarî ya YN ve hate pejirandin û her gava ku hûn bisekinin, hûnê tawanek mezintir bikin û vê qanûnê binpê bikin. Vegerin ser vê biryarnamê û vê qanûnê û rêzikên navneteweyî cih bînin. "Bê guman, ger hûn vegerin, em ê vegerin ser soz û peymanên xwe.

Rûhanî herwiha got: "Me ev biryarnama binpê nekiriye ku wê sererast bikin, Em ji Lihevkirina Navokî derneketine ku dîsa vegerin, Heft kursî hebûn, yek ji wan dîn bû û jê derket."

Serokomarê Îranê tekez kir ku divê Amerîka vegerin ser Biryarnama 2231 û qayide û qirarênên navneteweyî û  vegere ser biryarnama ku Konseya Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî ew pesind kiriye.

Serepeyv