Wezîrê Derve yê Iraqê hat Tehranê
Sibat 03, 2021 12:00 Asia/Tehran
Wezîrê Derve yê Iraqê vê sibehê hat Tehranê da ku bi karbidestên îranî re bicive.
Li gorî IRNAyê, wezîrê karên derve yê Iraqê Fûad Husên sibeha îro çarşemê gihêşte Tehranê ji bo hevdîtin rayedarên îranî yên derecebilind û gotûbêjkirina mijarên hevpar.
Di vê seferê de, ew ê bi Wezîrê Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê Mihemed Cewad Zerîf re bicive.
Fûad Huseyîn ji xeynî hevdîtina bi Zerîf re, dê bi gelek rayedarên payebilind ên Îranê re jî hevdîtinan bike.
Her weha wezîrê karên derve yê Iraqê di Îlona sala borî de bi serokatiya şandekê sefera Îranê kiribu û li gorî wezîrê karên derve yê Iraqê wê demê, peyama devkî ya serokwezîrê wî welatî derheqê geşedanên li herêmê gihandibû serokomarê Îranê Hesen Rûhanî.