Sibat 02, 2021 23:45 Asia/Tehran
  • Welayetî: Şehîdbûna serdar Silêmanî bû sebeba hereketa bi miliyonan mirovên azadîxwaz

Sekreterê giştî yê Civata Cîhanî ya Hişyariya Îslamî got: Şehîdbûna serdar Silêmanî bû sebeba hereket û berxwedana bi miliyonan mirovên azadîxwaz li cîhanê li hemberî terorîsma dewletî û bi cîgirtî, ,zilm û pîlanên qirêj ên dijminan jibo lawazkirina cîhana Îslamê.

Li gorî rapora IRAN Pressê, Elî Ekber Welayetî, Sekreterê giştî yê Civata Cîhanî ya Hişyariya Îslamî roja Sêşemiyê di rêûrsima danasîna xelata cîhanî ya serdar Sipehbud Qasim Silêmanî, Fermandarê şehîd ê Hêza Qudsê ya Sipaha Pasdarên Îqnilaba Îslamî li Têhranê, belavkirina çanda îsarû şehadetê û danasîna kes û civatên îsarger hokarek jibo bidestxistina aştî û aramiyê li gorî fêrkariyên îslamî jibo giştan da zanîn.

Sekreterê giştî yê Civata Cîhanî ya Hişyariya Îslamî dstnîşan kir: Serdar Sipehbud hac Qasim Silêmanî û hevriyên wî yên cangorî emrekî jibo belavkirin û parastina nirxên bilind ên îslamî û mirovî, têkoşîna li hemberî bereya istikbara cîhanî derbas kirin û mizdê temenekî têkoşîna di rêya Îslam û Ehlê beytê (S) da bi şehîdbûna xwe wergirtin.

Sekreterê giştî yê Civata Cîhanî ya Hişyariya Îslamî tevî amajeya bi vêya ku dijmin û koledar hertim hewil didin bi zêdekirina hêmayên hêza nerm, berjewendiyên xwe li cîhanê bi dest bixin, got: Di vê navberê da kesên înqilabî û agah ku bi têkoşîna li hembrî zêdexwaziya hêzxurtên istikbarî, nemaze di serê wan da Amerîka û Rêjîma Siyonîst, berevaniya rêya Heq dikin û dijmnan neçar bi paşvekişiyan û teslîmbûna di biryarên navçeyî û navneteweyî yên xwe dikin, mînakên îsarê di mekteba Îslam û Înqilabê nîşan didin.

Di vêl merasimê da Xelata Bilind a Îsarê di beşa navneteweyî da bo malbata serdar Silêmanî û şehîd Ebû Mehdî El-muhendis hat xelatkirin.

Di vê merasimê da her wiha ji malbatên şehîdn nasyar ên Berxwedanê yên welatên Libnan, Iraq, Sûriye, Tirkiye, Pakistan, Nîcirya, Komara Azerbayîcanê û Efganistanê sipasî hat kirin.

 

Serepeyv