Sibat 02, 2021 20:11 Asia/Tehran
  • Wezîrê Berevaniyê yê Îranê gihîşte bajarê Benglorê yê Hindê

Wezîrê Berevaniyê yê Îranê îro ebrêvarê di serê desteyeke bilind da li ser vexwendina Wezîrê Berevaniyê yê Hindê derbasî bajarê Bengelorê yê navenda parêzgeha Karnatakayê bû.

Emîr sertîp Emîr Hatemî, Wezîrê Berevaniyê yê Îranê bi mebesta beşdariya di civîna Wezîrên karên derve yên welatên dorhêla Oqyanûsa Hindê çûye vî welatî.

Sertîp Hatemî di vê seferê da ji bilî hevdîtina digel hevpêşeyê xwe û rayedarên din ên payebilind ên siyasî û leşkerî yên Hindê, di di civîna Wezîrên karên derve yêln welatên derdora Oqyanpûsa Hindê da biaxive.

Her wiha Wezîrê Berevaniyê yê Îranê dê sibe Çarşemiyê di merasima vekirina Pêşangeha amûrên asimanî li bajarê Bengelorê da beşdar bibe.

Wezîrê Berevaniyê yê Îranê biryar e di vê Pêşangehê da li koma berhemêner û pêşegerên warê asimanî û berevaniyê yên 15 welatên pêşketî yên cîhanê biaxive.

 

 

Serepeyv