Sibat 02, 2021 20:02 Asia/Tehran
  • Pîrozbahiya salvegera jidayîkbûna Hezreta Fatimeya Zehrayê (S)

Sibe Çarşemî 15ê Behmena 1399an a Koça rojî beranberî 20ê Cemadî ul-Sanî ya 1442an a Koça Heyvî û 3ê Sibata 2021ê, salvegera jidayîkbûna pîrzo a Hezreta Fatimeya Zehrayê (S) keça Pêxemberê hêja yê Îslamê (S) ye.

Hezreta Fatimeya Zehrayê (S) keça Pêxemberê hêja yê Îslamê (S) û hevjîna Emîrê Mominan Elî Ibni Ebî Talib (S) Îmamê yekem ê şîeyên cîhanê, roja 20ê Cemadî Ul-Sanî ya sala 8an a beriya Hicretê ji dayîk bû.

Vê banûya hêja ji zarokatiyê va li Mala Wehyê bi rênîşandanên bavê xwe, Pêxemberê hîja yê Îslamê (S), bilindtirîn dereceyên kemal, ilm û fezîletê bi dest xist.

Keça hêja ya Hezretê Muhemed (S) her wiha di mala germ û ronî ya Îmam Elî (S) bi baştirîn awayî erka hevjîntî û dayîktiyê cih anî û mirovên mezin û hêja wekî Îmam Hesen (S), Îmam Husên (S) û Hezreta Zeynebê (S) mezin kirin.

Hezreta Fatimeya Zehrayê (S) di hemî berûlayann da mînaka jinên alemê ye û roja Jidayîkbûna wê li Îranê wek Roja Dayîk û Jinan hatiye binavkirin û di vê rojê da sipasiya cîgeha jinan nemaze dayîkan tê kirin.

 

Rêxistina Radyo û Televîziyona Komara Îslamî ya Îranê hatina salvegera jidayîkbûna pîroz a Hezreta Fatimeya Zehrayê (S) ku hevdem digel salvegera idayîkbûna Hezretê Îmam Xumeynî (S) Xîmdarê Komara Îslamî ya Îranê ye li hemî misilmanan pîroz dike.

 

Serepeyv