Panzdeh melevanên azadbûyî ji Hindistanê gihêştin bajarê Konareka Sîstan û Belûçistanê
Sibat 02, 2021 00:55 Asia/Tehran
Serokê nivîsgeha nûnertiya wezareta karên derve ya Îranê li herêma azad a Çabeharê li başûrê rojhilata Îranê ragihand ku 15 melevanên azadbûyî ji Hindistanê gihêştin bajarê Konarekê li parêzgeha Sîstan û Belûçistanê.
Li gorî IRNAyê, Serokê nivîsgeha nûnertiya wezareta karên derve ya Îranê li herêma azad a Çabeharê "Hemîd Reza Tûsî" got: "15 melevanên îranî yên rûniştiyê başûrê parêzgeha Sîstan û Belûçistana Îranê piştî ku vedigerin welatê xwe yê Îslam roja Duşemê gihêştin bajarê Konarakê."
Panzdeh melevanên îranî ji ber xirabiya lînça (gemiya) xwe û ketina nav avên Hindistanê ji aliyê Garda Peravê ya Hindistanê ve hatin girtin û hatin zindanî kirin û niha piştî nêzîkî sal û nîvekê vedigerin welatê xwe.