Xetîbzade: Tehran bi Waşîngton re hevdîtinên dualî pêk nayne
Berdevkê wezareta Karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê got: Îran bi Amerîkayê re bi tenê muzakire neke.
Berdevkê wezareta Karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê Seîd Xetîbzade roja Duşemê di civînek rojnamevanî de desnîşan kir ku Îran li benda kiryara Amerîkî ye ku hemî cezayan rake û di dewamê de got: Pêdivî ye ku Amerîka vegere ser sozên xwe û heke wusa bibe, di nav Komisyona Hevbeş a Lihevkirina Navokî de îhtîmal heye ku diyalog pêk werin.
Xetîbzade got ku bîhnfirehiya stratejîk û tedbîrên kêmkirina pêsparteyên xwe yên Îranê di çarçova xalên 26 û 36 yên Peymana Navokî da bûn sedema mayîna Lihevkirina Navokî û got: "Pêngava yekê ya ku divê Amerîkayê rake, ji holê rakirina dorpêçan bi awayê bi bandor û cihanîna tam a biryarnama 2231-ê ye û vegerîna wê ser maseya Lihevkirina Navokî qonxên xwe hene.
Berdevkê wezareta Karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê di derbarê nêrîna Îranê ya li ser herêma Qafqasê de jî got: "Siyaseta me li navçeyê siyaseta cîrantiya baş e û Qafqas ji me re ji mêj ve girîng e.
Xetîbzade derbarê seredana Koma Talîban bo Tehranê jî ragîhand ku hukumeta Efganistanê derbarê vê seredanê hatiye agahdarkirin û got: " Îran piştgiriyê dide danûstandinên navbera aliyên Efganistanî ku Taliban jî pişkek ji wê ye."
Berdevkê wezareta Karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê di derbarê gefên Rejîma Siyonîstî de jî got ku gefên Îsraîlê her gava ku dikeve rewşeke lawaz de zêde dibin û got: "Îran ti caran gefê naxwe, lê her gava ku hewce bibe dê bersîva guncaw bide."