Çile 31, 2021 11:49 Asia/Tehran
  • Merasima rêzgirtina Yewmullaha 12ê Behmenê li tirba paqij a Îmam Xumeynî (re) hat lidarxistin

Rêûrisma rêzgirtina çil û duyemîn salvegera hatina dîrokî ya Îmam Xumeynî (re) bo Îranê bi berçavgirtina rêzikên paqijiyê bi amadebûna berpirsên leşkerî û rayedarên welêt her wiha nûnerên dînên xwedayî li tirba paqij a xîmdarê Komara Îslamî ya Îranê hat lidarxistin.

Li gorî rapora IRNAyê, Ev rêûrism ji saet 9ê sibehê bi xwendina çend ayetan ji Qurana pîroz, medahî û pesndana serketina mezin a înqilabê û xwendina sirûdên înqilabî ji aliyê Koma Marşê ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê va hat domandin û beşdaran bi bilindkirina dirûşmeyên înqilabî peymana xwe di gel ramanên Îmam Xumeynî dubare kirin.

Piştra Hucet ul-Islam Muhemed Hesen Ebûturabî Ferd Pêşnimêjê demkî yê Nimêja Îniyê ya Têhranê û Serokê Konseya Çanda giştî ya parêzgeha Têhranê bi vegotina taybetmendiyên Înqilaba Îslamî û rêveberiya alimane ya Îmam Xumeynî û xelefê wî yê salih, Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî di warê rêveberiya karên welêt da hin babet pêşkêş kirin.

Lidarxistina rêûrisma taybet li cihê rûniştina hezretê Îmam Xumeynî (re), meşa motorî û gulbarana riya hereketa hezretê Îmam Xumeynî (re) ji balefirgeha Mêhr Abadî heta Goristana Bihişta Zehrayê (S) ji bernameyên din ên îro bûn.

Îro Yekşemî, 12ê Behmenê hevdem di gel 31ê Çileya 2021ê, dstpêka Dehika Fecrê ya Înqilaba Îslamî ya Îranê ye.

42 salan beriya niha di rojeke wiha da, 12ê Behmena sala 1357an a koça rojî (1ê Sibata 1979an) Hezretê Îmam Xumeynî (re), Xîmdarê mezin ê Komara Îslamî ya Îranê, piştî panzdeh salan sirgûnê û dûrbûna ji welêt, bi pêşwaziya bicoş a gel, pê li axa Îrana Îslamî danî.

 

 

Serepeyv