Xerîb Abadî: Hevkar û niyeta baş a Îranê kolaneke dualî ye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i323602-xerîb_abadî_hevkar_û_niyeta_baş_a_Îranê_kolaneke_dualî_ye
Balyoz û Nûnerê Îranê li rêxistinên navneteweyî yên li Viyenê bi weşandina twitekê nivîsî: Hevkarî û niyeta baş, kolaneke dualî ye, n eku bolvareke yekalî.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 28, 2021 13:56 Asia/Tehran
  • Xerîb Abadî: Hevkar û niyeta baş a Îranê kolaneke dualî ye

Balyoz û Nûnerê Îranê li rêxistinên navneteweyî yên li Viyenê bi weşandina twitekê nivîsî: Hevkarî û niyeta baş, kolaneke dualî ye, n eku bolvareke yekalî.

Li gorî rapora roja Pêncşemiyê ya IRIB Newsê, Kazim Xerîb Abadî, Balyoz û Nûnerê Îranê li rêxistinên navneteweyî yên li Viyenê di dewama twitê da nivîsî: Qanûna nû ya Meclîsa Şêwraya Îslamî ya Îranê derfeteke din jibo parastina hevkariya tam bêmînak û berbiçav digel Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomê bi riya rakirina boykotan dabîn kiriye.

Wî her wiha ragihand: Em hêvîdar in ku derfet ji dest neçin, ji ber ku hevkariya berbiçav a niha dê vegere hevkariya asayî.