Çile 28, 2021 13:06 Asia/Tehran
  • Rûhanî: Em îro di şerekî sepandî da ne

Serokê Komara Îslamî ya Îranê bi gotina vêya ku îro em di şerekî sepandî yê aborî da ne, got: Divê em sipasdarê gelê Îranê jibo 42 salan berxwedan, sebr, avakirin û berevaniya ji welêt bin.

Hesen Rûhanî, Serokê Komara Îslamî ya Îranê roja Pêncşemiyê di merasima destpêkirina projeyên neteweyî yên Wezareta Cîhada Cotkariyê ya Îranê da got: Divê em sipasdarê gelê Îranê jibo sebr û berxwedana di şerê aborî ya bêmînak li Îranê di van salan nemaze di heyama sê salên dawî da bin; Renge şerekî wiha bêmînak be an gelek hindik be di di dehik û sedsalên dawî da welat û miletek wiha xistine bin zextê.

Rûhanî tevî amajeya bi hewildana dijminan jibo bejntewandina gelê Îranê li hemberî hêzxurt û celadên mezin, got: Gelê me di heyama van sê ssalan da li ber xwe û tevî hemî dijwariyan di 10 mehên bihurî da zêd eji 28 miliyar dolar derfirotina ji bilî petrolê hebûye.

 

Serepeyv