Xetîbzade: Aştî li Efganistanê bi lîstina rola hemî koman gengaz e
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê got ku mebesta seredana şandeya Talîbanê ya Tehranê gotûbêjkirina pêvajoya aşitiyê li Efganistanê ye û got: "Efganistanek aram û pêkanîna aştî û aramiyê li vî welatî xwesteka kûr a Komara îslamî ya Îranê ye."
Heyeteke siyasî ya Talîban bi serokatiya Mela Abdulxenî Beradar duh sibehê (Sêşem) hat Tehranê û ji hêla karbidestên Wezareta Derve ya Îranê ve hate pêşwazî kirin.
Li gorî Ajansa Nûçeyan a Iran Pressê, Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê Seîd Xetîbzade, li ser hûrguliyên seredana şanda siyasî ya Talîban bo Tehranê got: Helwesta Îranê di derbarê Efganistanê de ti carî bi helwesta Amerîkayê ve girêdayî nebûye, çi di demekê de ku rêveberiya Trump bi lez û bez hewl dida hin gavan rake çi jî roja îro, Îran her gav siyasetek serbixwe meşandiye.
Xetîbzade got ku pêvajoya gihîştina aşitiyek mayînde li Efganistanê dê di gotûbêjên digel şanda Talîban de were gotûbêj kirin û hêvî kir ku şert û merc werin afirandin ku em bibin şahidiya Efganistanek aram û ewleh ku gelên vî welatî, bêyî newekkheviyên etnîkî, olî, mezhebî û partîtî li cem hevdu jiyana xwe derbas bikin.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê tekez kir ku diyaloga di navbera komên cûrbecûr yên Efgan de tênê çareseriya mayînde ya aşitiya li Efganistanê ye û got: "Amerîka neçar e ku bi vekişînek berpirsiyar destwerdan û êrişên bi salan li Afganistanê bidawî bîne û barê êşên ku li ser neteweyên herêmê hatine ferz kirin kêm bike.