Çile 26, 2021 18:02 Asia/Tehran
  • Zerîf: Mesela Qerebaxê ji bo aştî û hevaltiya li herêmê fersendek e

Wezîrê Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê got: "Qeyrana Qerebaxê wekî fukareke hevpar a Têhran û Moskowê bi navbeynkariya Rûsiya hate çareser kirin û naha ew bûye derfetek ji bo aştî û hevaltiya li navçê."

Li gorî IRNA, Wezîrê Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê Mihemed Cewad Zerîf roja Sêşemê bi Wezîrê Derve yê Rusya Sergei Lavrov re civiya û spasiya Serokê Rusya kir jibo navbeynkariya di pevçûna Qerebax de û got ku kirîza Qerebax xemek hevpar a Tehran û Moskowê bû ku niha li herêmê bûye derfetek ji bo aştî û hevaltiyê.

Wezîrê Derveyê Rusya Lavrov amaje bi peywendîyên baş di navbera Tehran û Moskowê kir û got: Civîna îro dê li ser rewşa devera Qerebax, Rêketina Navokî ya bi Îranê re, çareserkirina kêşeya Sûriye, Efganistan û rewşa Herêma Kendava Farisî be."

Zerîf di çarçova berdewamiya gera xwe ya herêmî de roja Sêşemê jibo şêwirînên dualî û herêmî digel karbidestên Rûsî çû Moskowê.

Gurcistan, Ermenistan û Tirkiye dê bibin hedefên paşîn ên serdana herêmî ya Wezîrê Karên Derve yê Îranê.

Serepeyv