Çile 24, 2021 23:08 Asia/Tehran
  • Diyarkirina nûnerê Rêberê Giranqedr ê Inqilaba Îslamî di karûbarên Encumena Îslamî ya Xwendekarên îranî li Ewropayê

Rêberê Giranqedr ê Inqilaba Îslamî, bi hukmekê hucet-ul-îslam, "Ehmed Waizî" wekî nûnerê rêberiyê di karûbarên Encumena Îslamî ya Xwendekarên îranî li Ewropayê diyar kir.

Rêberê Giranqedr ê Inqilabê Ayatullah Xamineyî roja Yekşemê hukmek bi vî awayî ji hucet-ul-îslam, "Ehmed Waizî"  re weşand: Ez cenabê te ku qenciyên wekî zanist û exlaqê xemilandî yî, wekî nûnerê xwe di nav Encumena Îslamî ya Xwendekarên îranî li Ewropayê de dibijêrim.

Ayetullah Xaminêyî hêvî kir ku nûnerê rêberiyê yê di karûbarên Encumena Îslamî ya Xwendekarên Îranî li Ewropayê de di damezrandina têkiliyek rewşenbîrî, giyanî û hestyarî de bi wan ciwanên hêja yên ku ji hêviyên pêşeroja welat in serketî bibe.

Serepeyv