Rûhanî: Derengkirin di destpêkirina waksînekirina Koronayê cinayeta Amerîkayê derheqê gelê Îranê ye
Çile 19, 2021 21:12 Asia/Tehran
Serokê Komara Îslamî ya Îranê astengîderxistin û sînordarîçêkirin jibo dabînkirina çavkaniyên kirrîna waksenê ji aliyê Amerîkayê va sedema derengkirina destpêbûna waksînekirinê li Îranê da zanîn.
Li gorî rapora IRNAyê, Hesen Rûhanî, Serokê Komara Îslamî ya Îranê roja Sêşemiyê di civîna serokên Komîteyên pisporî yên Erkantiya Neteweyî ya Têkoşîna dijî Koronayê bi gotina vêya ku dabînkirina waksena Koronayê ji yekemayetiyên Îranê ye, got: Heke boykot, astengîderxistin û şêkirina astengiyan ji aliyê dewleta terorîst a Trump va nebûya, teqez me yê zêdetir bikariya waksînekirinê dest pê bikin û ev jî cinayetek bû ku amerîkiyan dijî gelê Îranê cih anîn.