Çile 19, 2021 00:00 Asia/Tehran
  • Şeva dawî ya rêûrisma şîndariya Hezreta Fatimeya Zehrayê (S) bi amadebûna Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî

Şeva dawî ya rêûrisma şîndariya şehîdbûna Hezreta Fatimeya Zehrayê (S) bi amadebûna Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî li Huseyniyeya Îmam Xumeynî (Re) hat lidarxistin.

Li gorî rapora malpera Ragihandinê ya Ofîsa Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî, di vê rêûrismê da Hucet ul-islam wel-muslimîn Refîyî di axaftinekê da Hezreta Fatimeya Zehrayê (S) wek mînaka berevaniyua ji heq da zanîn û got: Xutbeya dîrokî ya Hezreta Sidîqeya Kubra li Mizgefta Pêxember (S), gotûbêja rûbirû jibo qayîlkirina wan bo berevaniya ji heq û serlêdana bo derê mala Muhacirîn û Ensar jibo bibîrxistina welayetê û temamkirina hecetê li wan ji pêngavên mayînde û bêhempa yên wê hezretê di berevaniya ji welayetê da ne.

Her wiha di vê rêûrismê da, hucet ul-islam wel-Muslimîn Ekberpûr zikra musîbet û rewze xwend.

Rêûrisma şîndariya Hezreta Fatimeya Zehrayê (S) li Huseyniyeya Îmam Xumeynî (Re) hevdem digel rojên şîndariyêyên Fatimiyeyê, ji êvara Pêncşemyê va destpê bû.,

 

Rêûrisma şîndariya wê banûya mezin a Îslamê ku her salê bi amadebûna hejmareke zêde ya hogirên binemala paqij a pêxember (S) li Huseyniyeya Îmam Xumeynî (Re) dihat lidarxistin, îsal ji ber belavbûna Vîrûsa Koronayê û pêwîstiya berçavgirtina tam a destûrkarên tendurustî û paqijiyê û pesendnameyê Erkantiya Neteweyî ya Têkoşîna dijî Koronayê bêyî hebûna gel tê lidarxistin.

Yekşemiyê, 17ê Çileya 2021ê, 3ê Cemadî ul-Sanî ya 1442an a Koça heyvî, salvegera şehîdbûna hezreta Fatimeya Zehrayê (S) keça hêja ya pêxemberê hêja Hezretê Muhemed (S) û hevjîna Emîrê Mominan Elî Ibni Ebî Talib (S) Îmamê yekem ê şîeyên cîhanê ye.

 

Serepeyv