Îrana Îslamî di şîna şehadeta tekane xanima Îslamê de
Di salvegera şehadeta Hz. Fatemeh (Silava Xewdê lê be), keça Pêxemberê Hêja yê Îslamê, Îrana Îslamî bi şîn û tazî dagirtî ye.
Îro Yekşemî 17ê Çileya 2021ê, 3ê meha Cemadî ul-Sanî ya sala 1442an a Koça Heyvî, salvegera şehîdbûna Hz. Fatimeya Zehrayê (SXL) keça pêxemberê hêja yê Îslamê Hezretê Muhemed (S) û hevjîna Emîr Muminan Elî Ibni Ebî Talib (S) îmamê yekem ê şîeyên cîhanê ye.
Merasima tazîdariya vê xatûna mezin a Îslamî her sal bi beşdariya girseyî a hogir û evîndarên Ehlê Beyta Îsmet û Teharetê bi rê ve diçe, lê îsal ji ber pandemî û belavbûna Vîrûsa Koronayê rêûrismên şîndariyê bi berçavgirtina protokolên tendirustiyê û telîmatên Erkana Neteweyî ya pêşîlêgirtina belavbûna Koronayê, bi rê ve diçin û ev merasim piranî bi awayê online tên lidarxistin.
Di vê navberê de, li kuçe û kolanan de ala û elemên reş hatine rakirin û di deriyê malan de reş hatiye girêdan û dilên misilmanan bi bîranîna wê xanima piştgirê Wilayetê di nav xem û xodûkan e.
Di salvegera şehadeta Hz. Fatemeya Zahra (SXL) de, îro li 19 deverên Îranê termên pak ên 26 şehîdên bê nav û nîşan ên dema Parastina Pîroz tên oxirkirina û spartina axê. Ji ber Koronayê merasimên oxirkirina cenazên van şehîdan bêyî merasîmên gelemperî û girseyî û li gorî rêwerzên tenduristiyê li dar dikevin.
Meytên van şehîdên hêja li parêzgehên Tehran, Fars, Azerbaycana Rojhilat û Xorasana Başûr dispêrin axê.