Sersaxî bi boneya salvegera şehîdbûna Hezreta Fatimeya Zehrayê (S)
Sibe Yekşemî 17ê Çileya 2021ê, 3ê meha Cemadî ul-Sanî ya sala 1442an a Koça Heyvî, salvegera şehîdbûna Hezreta Fatimeya Zehrayê (S) keça pêxemberê hêja yê Îslamî Hezretê Muhemed (S) û hevjîna Emîr Mominan Elî Ibni Ebî Talib (S) îmamê yekem şîeyên cîhanê ye.
Gelê misilman ê Îrana Îslamî her salê di şeva şehîdbûna banûya fezîletê, mînaka ifaf û ismetê, Hezreta Fatimeya Zehrayê (S) bi amadebûna li mizgef, huseyniye, şûnwarên mezhebî şîndarî dikirin, lê îsal ji ber belavbûna Vîrûsa Koronayê rêûrismên şîndariyê bi awayê online tên lidarxistin.
Hezreta Fatimeya Zehrayê (S) di roja 20ê Cemadî ul-Sanî ya sala 5an a Bisetê li Mekeya Mukereme ji dayîk bû.
Ew hezret ji biçûkatiyê va kete bin rênîşandanên bavê xwe yê hêja (S) û di gel meirifetên bilind ên xwedayî nasyar bû.
Hezreta Fatimeya Zehrayê (S) piştî 18 salan jiyanê ji ber zilmên zehf ên desthilatdarên wî çaxî û renc û xema wefata bavê xwe hezretê Muhemed (S) bi gotinekê di roja 13ê Cemadî Ul-Evelê û ab 3ê Cemadî ul-Sanî ya sala 11an a Koça Heyvî şehîd bû.
Saziya Radyo û Televîziyona Komara Îslamî ya Îranê ji ber gihîştina salvegera şehîdbûna Hezreta Fatimeya Zehrayê (S), sersaxiyê dide hemî misilman û azadîxwazên cîhanê.