Çile 14, 2021 12:48 Asia/Tehran
  • Di Şerezmûna Iqtidara Deryayî-99 ya Hêza deryayî ya Artêşa Îranê da mûşekên Krûz ên deryayî hatin avêtin

Di qonaxa dawiyê ya Şerezmûna Iqtidara Deryayî-99 ya Hêza deryayî ya Artêşa Îranê da, yekîneyên vê hêzê bi avêtina cûreyên mûşekên Krûz ên deryayî, armancên xwe dan ber êrîşê. @

Li gorî rapora ISNAyê, Di vê qonaxa Şerezmûna Iqtidara Deryayî-99 ya Hêza deryayî ya Artêşa Îranê da, cûreyên mûşekên Krûz ên deryayî ên bi birrên cûrbecûr, bi avêtina ji peravê û ji ser keştiyên şêrr ên Hêza deryayî ya Artêşê, armancên xwe li bakurê Oqyanûsa Hindê û navçeya gelemperî ya şerezmûnê dane ber êrîşê.

Emîr edmîral, Hemze Elî Kaviyanî, Berdevkê Şerezmûna Iqtidara Deryayî-99 ya Hêza deryayî ya Artêşa Îranê bi gotina vêya ku roja îro Îran xwedan hêzeke gelek xort di warê mûşekên deryayî yên Krûz e û bereyeke cûrbecûr a van mûşekan did estê Hêza deryayî ya Artêşê da ye, got: Hêza zêde ya mûşekên Krûz ên deryayî di birr û navbirên cûrbecûr ên hewce da ku roja îro di destê Hêza deryayî ya Artêşa Îranê da ye, ew kiriye çekeke bibandor û diyarker di warê şerên deryayî da.

Kaviyanî destnîşan kir: Dijmin divê bizanin ku heke destdirêjiya li sînorên deryayî yên Komara Îslamî ya Îrnaê bikin, dê bi mûşekên Krûz ji perav û deryayê va bikevin ber êrîşê.

Şerezmûna Iqtidara Deryayî-99 ya Hêza deryayî ya Artêşa Îranê roja Çarşemiyê li perravên Mukranê û bakurê Oqyanûsa Hindê dest pê bû.

 

 

Serepeyv