Zerîf: Koreya Başûr di zûtirîn dem de astengiyan li ber çavkaniyên diravê biyanî yên Îranê rake
Wezîrê karên derve yê Îranê li ser rakirina berbend û astengiyên ser riya bidestxistina çavkaniyên diravê biyanî yên Îranê yên di bankên Koreyî de tekez kir.
Li gorî Wezareta Karên Derve, Wezîrê Karên Derve yê Îranê Muhemed Cewad Zerîf îro Duşemê li Tehranê digel Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Koreya Başûr Choi Jong Kun civiya û desnîşan kir: "Ji ber bandor û encamên tenduristî û aborî yên Coronavîrusê vê gavê, pêşîniya sereke ya têkiliyên her du welatan serdastkirina riya bidestxistina çavkaniyên darayî yên Îranê ye ku niha li bankên Koreyî de blûke bûne.
Wezîrê Derve yê Îranê herwiha desteserkirina keştiya Koreyî jî pirsek teknîkî bi nav kir û got: "Keştiya Koreyî ji ber qirêjbûna ava Kendava Farisê hatiye desteser kirin, ji ber vê yekê ew tenê pirsgirêkek teknîkî ye ku di çarçova rêziknamên yasayî û dadwerî de tê behs kirin.bê şike dewlet nikare mudaxileya vê pêvajoya dadwerî bike.
Jong Kun tekez li ser vîna welatê xwe ji bo çareserkirina pirsgirêkên çêbûyî di têkiliyên Seul-Tehran de kir û got: "Seoul dê çi ji destê wê tê, dê bike da ku Îran bikare çavkaniyên darayî yên xwe bi dest xîne."
Cîgirê wezîrê karên derve yê Koreya Başûr, bal kişand ser desteserkirina keştiya welatê xwe li ava Kendava Farisê û xwest ku ev pirsgirêk zûka çareser bibe.
Hêzên Deryayî yên Sipahê Pasdarên Inqilaba Îslamî ya Îranê roja Duşemê (4ê Çile) keştiyek Koreya Başûr a bi navê HANKUK CHEMI ku tê de 7.200 ton madên kîmyewî yên petrolê bû ji ber binpêkirina protokolên jîngehê li Kendava Farisê desteser kir . Keştî naha li Bandar Abbas, başûrê Îranê ye.