Çile 10, 2021 21:30 Asia/Tehran
  • Sazkirina reaktorên IR2Mê ji aliyê Rêxistina Enêrjiya Atomê ya Îranê va destpê bû

Berdevkê Komîsiyona Ewlehiya Neteweyî ya Meclîsa Şêwraya Îslamî ya Îranê qala destpêbûna operasiyona sazkirina reaktorên IR2Mê û dîzaynkriina reaktora weke Ava Giran a Erakê ji aliyê Rêxistina Enêrjiya Atomê ya Îranê va kir.

Li gorî rapora roja Yekşemiyê ya IRNAyê, Ebulfezl Emûyî, Berdevkê Komîsiyona Ewlehiya Neteweyî ya Meclîsa Şêwraya Îslamî ya Îranê roja Yekşemiyê tevî amajeya bi lidarxistina civîna çawaniya cihanîna Qanûna Kiryara Stratejîk jibo Rakirina Boykotan bi amadebûna alîkarên Rêxistina Enêrjiya Atomê ya Îranê û Wezareta karên derve ya Îranê, got: Meyandina Uraniyûmê heta sedî 20ê li gorî Xala 1 ji vê qanûnê cih hatiye û ji Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomê ra jî hatiye ragihandin.

Emûyî bi gotina vêya ku Rêxistina Enêrjiya Atomê ya Îranê li gorî demajoyê di halê dîzaynkirina reaktoreke weke reaktora Ava Giran a Erakê ye, got: Sazkirina reaktorên IR2Mê jî destpê bûye.

 

 

Serepeyv