Çile 06, 2021 13:10 Asia/Tehran
  • Di şerê Pehpadî ya Artêşa Îranê da, Mûşeka Azerexşê ji Balefira bêbalefirvan a Kerrarê hat avêtin

Balefira bêbalefirvan a Kerrarê a Bergiriya asimanî ya Artêşa Îranê di duyemîn roja temrîna mezin a şerê bi Pehpadan (Balefirên bêbalefirvan) bi awayekî serketî operasiyona şopandina asimanî û jinavbirina armanca dijmin cih anî.

Yekem temrîna mezin a şerê Balefirên bêbalefirvan ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê bi beşdariya bi sedan balefirên bêbalefirvan ji çar hêzên artêşê (Hêza bejahî, asimanî, deryayî û Bergiriya asimanî) roja bihurî anku Sêşemiyê li navçeya gelemperî ya Simnanê destpê bû.

 

Li gorî rapora IRAN Pressê, Di duyemîn roja şerê balefirên bêbalefirvan ê artêşa Îranê da, Balefira bêbalefirvan a Kerrarê bi avêtina mûşeka asiman bi asiman a Azerexşê (Birûsk), armanceke asimanî bi asta radarî yta kêm û di bilindahiya zêde da bi awayekî serketî da ber êrîşê û ji nav bir.

Gulleavêtina Balefira bêbalefirvan a Kerrarê bi bikaranîna barê tîr û jinavbirina armancên dijmin ên asimanî ji kiryarên din ên cihhatî di vê beşa temrîna mezin a şerê balefirên bêbalefirvan ê Artêşa Îranê da bû.

Her wiha jinavbirina armancên rûerdî, jêrbina û çeperên dijmin bi Balefira bêbalefirvan a Kerrarê yên pergalkirî bi bombeyên 500 pondî yên MK-82 jî di vê qonaxa temrîna şerê balefirên bêbalefirvan a artêşa Îranê bi awayekî serketî cih hat.

 

Di vî halî da, Emîr edmîral Seyid Mehmûd Mûsewî, Alîkarê Operasiyonê û Berdevkê Temrîna mezin a Şerê balefirên bêbalefirvan ê Artêşa Îranê got: Şopandina berdewam  a sînoran bi bikaranîna balefirên bêbalefirvan ên cengî yên amade jibo operasiyonê, beşeke din ji kiryarên cihhatî di çarçova temrîna  Şerê balefirên bêbalefirvan ê Artêşa Îranê ye.

 

 

Serepeyv