Zerîf: Yekane aliyê ku ji şehadeta şehîd Sulêmanî sûd werdigire DAIŞ bû
Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê got: Yekane aliyê ku sûd ji şehadeta serdar sipehbud "Qasim Sulêmanî" fermandarê Hêza Quds a Sipahê Pasdarên Inqilaba Îslamî wergirt, terorîstên DAIŞê bûn.
Di yekemîn salvegera şehadeta Sipehbud Qasim Sulêmanî de, wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê, Mihemed Cewad Zerîf roja yekşemiyê li ser Twitter`ê nivîsî: "Sala çûyî, dijminê jimare yek yê terorîstên tundrê bi tirsonekî ji alîyê terorîstê mezin ve hate terorkirin, dema ku herêm yekem salvegera wî bi rûmet û coş bi hurmet û bi hêjatî bi bîr anîn. Yekane aliyê ku ji terorkirina wî sûd wergirt DAIŞ bû, ku ji wê pê ve çalakiyên xwe zêde kir.
General Qasim Silêmani, fermandarê berê yê Hêza Quds a Supaya Pasdarên Inqilaba Îslamî û Ebu Mehdî el-Muhendis, cîgirê berê yê serokê rêxistina Heşdî Şebî ya Iraqê, digel heşt hevalên din, di êrîşek terorîstî ya Qesra Spî de sibeha Înê, 3 Çile, 2020 û li gor telîmata rasterast a Serokomarê Amerîkayê Donald Trump bi roketan ku ji balafirên bêmirov ên leşkerên Amerîkayê hat avêtin hat şehîdkirin .
Ev cinayeta hovane ya Amerîkayê li dijî fermandarên berxwedanê bû sedem ku nûnerên hilbijartî yên gelê Iraqê di parlemana vî welatî de pejirandin ku bila hêzên biyanî bi taybet ên Amerîkayê ji welatê wan bên derxistin û ev destpêka qonaxek din a tekoşîna gelê Iraqê dijî dagîrkeriya Amerîkî bû.