Kanûn 31, 2020 16:32 Asia/Tehran
  • Rûhanî: Dijmin teqez dê ji terora Serdar Silêmanî ziyanê bibînin

Serokê Komara Îslamî ya Îranê got: Rê û mekteba serdarê sipehbudê şehîd Qasim Silêmanî ku heman mekteba Îmam Xumeynî (Re) û mekteba Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî ye, dê jibo hertim were domandin.

Hesen Rûhanî, Serokê Komara Îslamî ya Îranê roja Pêncşemiyê di merasima behrewergirtin ji projeyênj neteweyî yên Wezareta Hêzê tevî rêzgirtina li serdar sipehbudê şehîd Qasim Silêmanî got: Teqez dê dijmin ji terorkirina hovane ya Fermandarê Hêza Qudsê ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî zirarê bibîne û dilniya bin ku gel û xortên Îran û Navçeyê berxwedêrtir û bi hêviya zêdetir di rêka berxwedan û serxwebûna navçeyê li ber xwe bidin.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê got: Heta roja ku amerîkî li navçeyê bin, dê Rojavayê Asyayê ewlehiyê nebîne û gelên navçeyê dê zûtirkê cinayetkar û destdirêjkeran ji navçeyê derxînin.

Serdar Sipehbud Qasim Silêmanî, Fermandarê Hêza Qudsê ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî û Ebû Mehdî Muhendis alîkarê serokê Heşda şeibiya Iraqê hevrê digel 8 kesên din roja 3ê Çileya 2020î di encama mêrîşa asimanî ya hêzên destdirêjker û terorîst ên amerrîkî li nêzikî balefirgeha Bexdaya Iraqê şehîd bûn.

Rûhanî di dewamê da tevî eşareta bi hewildan adewletê jibo vejiyandina Gola Ûrmiyê li bakurê rojavayê Îranê got: Vejiyandina Gola Ûrmiyê ji sozên dewletê bo gelê parêzgehên Azerbaycana Rojava û Rojhilat û tevahiya navçeya bakurê rojavayê welêt bû, ji ber ku jiyana vê navçeyê girêdayî bi Gola Ûrmiyê ye.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê destpêbûna xebata Bendava 'Kanî Sîb' li parêzgeha Azerbaycana Rojava wel hewldanek jibo vejiyandina Gola Ûrmiyê da zanîn û got: Ev bendav goleke girîng jibo jiyana gel vedijîne.

 

Serepeyv