Sertêp Heyderî: Xwîna şehîd Silêmanî moraala dijayetiya bi istikbarê di azadîxwazên cîhanê da vejiyand
Fermandarê Hêza bejahî ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê got: Xwîna serdarê şehîd hac Qasim Silêmanî, morala dijayetiya bi istikbarê di nav gelên azade yên cîhanê da vejiyand.
Li gorî rapora roja Sêşemiyê ya IRNAyê, Sertîp Kiyomers Heyderî, Fermandarê Hêza bejahî ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê tevî amajeya bi rola bêmînal a serdarê şehîd hac Qasim Silêmanî di rêberiya bereya berxwedana Îslamî da got: Şehîd Silêmanî ji şehîdên binav û mektebsaz ên Îrana Îsalmî bû ku hebûn awî di bereya Berxwedanê da dibû sebeba tirsiyana dijuminan û morala duberanber a misilmanan.
Fermandarê Hêza bejahî ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê got; Roja îro mekteba ku serdar Silêmanî xîma wê daniye, jibo gelên azade û misilman ên cîhanê dê bimîne, ji ber ku wî bi çalakiyên xwe rûyê rastîn ê istikbara cîhanî jin gelên îslamî û azadeyên cîhanê ra nimand û bixwe jî aldarê têkoşîna dijî Istikbarê bû.
Sertîp Heyderî rola serdar Silêmanî di seferberkirina gelên misilman jibo sekinîna li hemberî bereya Kufrê bêmînak û binirx da zanîn û got: Serdar Silêmanî roleke berbiçav di têkoşîna dijî têrorîsmê li navçeyê da hebû û rola wî di kokbirkirina koma têrorîst a DAIŞê da mihwerî ye.