Sersaxî - Salvegera şehîdbûna Hezreta Fatimeya Zehrayê (S)
Sibe Duşemî 28ê Kanûna (Desember) 2020î, 13ê meha Cumadî El Ewla ya sala 1442an a Koça Heyvî, bi gotinekê salvegera şehîdbûna hezreta Fatimeya Zehrayê (S), keça hêja ya pêxemberê mezin, hezretê Mihemed (S) û hevjîna mîrê bawermendan, Ebî ibnî Ebî Talib (S) e.
Hezreta Fatimeya Zehrayê (S) di roja 20ê Cumadî El Sanî ya sala pêncan a Bêsetê li bajarê Mekkeya Mikereme hate dinyayê.
Wê hezretê ji biçûkatiyê va di bin rênimûniyên bavê xwe, pêxemberê hêja (S), marîfetên bilind ên xwedayî nas kirin.
Hogir û hezkiriyên binemala paqij a pêxemberê Îslamê (S) bi amadebûna li mizgeft, hisêyniye, şûnwarên mezhebî û tirba melekûtî ya hezretê Îmam Reza (S) li bajarê Meşheda Muqedes li bakurê rojhilata Îranê û tirba Hezreta Mesûmeyê (S) li bajarê Qumê li başûrê Têhranê di rêûrisma şîngêriya jibo şehîdbûna mezlşmena ya keça pêxemberê hêja (S), Hezreta Fatimeya Zehrayê (S), rondikên xem û matemê dirijînin. Lê îsal ji ber belavbûna Vîrûsa Koronayê, ev rêûrism bi awayê mecazî û ji dûr va tên lidarxistin.
Hezreta Fatimeya Zehrayê (S) di seranserî jiyana xwe, bexşînerî, îsar, lêborîn, sebr, qenaet, ibadeta Xwedê û alîkariya bindestan bi bedewtirîn awayî nîşan da û mirovên mezin û dîroksaz wekî Îmam Hesen (S) û Îmam Husên (S) li dawê wê perwerde û mezin bûn.
Hezreta Fatimeya Zehrayê (S) piştî 18 salan jiyanê, ji ber zilmên zehf ên desthilatdarên wê demê û renc û xema ji ber rehleta bavê xwe, hezretê Muhemed (S), di roja 13ê Cemadî ul-Ewla û bi gotineke din di 3ê meha Cemadî ul-Sanî ya sala 11ê ya Koça Heyvî şehîd bû.
Kanala SAHAR'a Kurdî ya Radyo û Têlêvîzyona Komara Îslamî ya Îranê, bi boneya salvegera şehîdbûna Hezreta Fatimeya Zehrayê (S), sersaxiyê dide hemî misilman û azadîxwazên cîhanê.