Konferansa dîroka pêwendiyên derveyî ya Îranê dê îro bi beşdariya Zerîf were lidarxistin
Çaremîn Konferansa dîroka pêwendiyên derveyî ya Îranê bi amadebûna Wezîrê kaêrn derve û ji aliyê Navenda Lêkolînên siyasî û navneteweyî ya Wezareta karên derve ya Îranê dê îro were lidarxistin.
Li gorî rapora Fars Newsê, Li gorî girîngiya lêkolînên dîrokî wek hêmayeke bibandor di siyaseta derveyî û pêwwendiyên dîplomatîk ên welatan digel hevdu, Konferansa dîroka pêwendiyên derveyî ya Îranê bo çaremîn sala li pey hev îro Yekşemiyê dê ji aliyê Navenda Lêkolînên siyasî û navneteweyî ya Wezareta karên derve ya Îranê va were lidarxistin.
Mijarên têkildarî cînaretîyê, vekolandina pêwendiyên derveyî yên Îranê digel welatên asyayî di vê civînê da tên vekolandin.
Çaremîn Konferansa dîroka pêwendiyên derveyî ya Îranê dê bi axaftina Muhemed Cewad Zerîf, Wezîrê karên derve yê Îranê were vekirin.