Zerîf: Çareseriyek siyasî ya berfireh garantiya çêtirîn aştiya mayînde li Efganistanê ye
Wezîrê Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê got: "Çareseriyek siyasî ya berfereh bi amadebûna hemî komên Efxan garantiya çêtirîn aştî ya domdar li Efganistanê ye."
Wezîrê Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê Wezîrê Mihemed Cewad Zerîf îro Sêşemê, di dema hevdîtina digel şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Efganistanê Hamdullah Muhib li Tehran, piştgiriya Tehran ji Kabul re wek siyasetek bingehîn a Komara Îslamî ya Îranê bi nav kir.
Zerîf tekez kir ku pêdivî ye berfirekirina şêwirîna di navbera her du welatên dost û cîran ên Îran û Efganistanê de li astên dualî, herêmî û navneteweyî û kêfxweşiya xwe ji xebitandina riya hesinî ya Xaf-Heratê wekî bingehek ji bo berfirehkirina hevkariya di navbera her du welatan û têkiliyên lezgîntir digel navçên rojhilat da zanîn.
Zerîf herwiha li ser derketina hêzên Amerîkayê û yên welatên din ji Efganistanê tekez kir.
Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Efganistanê Hemdullah Muhib jî raporek derbarê rewşa herî dawiyê ya Efganistanê bi taybet derbarê gotûbêjên aştiyê yên vî welatî pêşkêş kir û qedirzaniya Îranê kir ji ber helwêsta wê ya kêrhatî derheq van gotûbêjan û piştgiriya wê ji dewlet û neteweya Efxanistanê.
Hemdullah Muhib herwiha balkişand ser xebitandina rê-hesina Xaf-Heratê û hêvîdariya xwe diyar kir ku hevkariyên herêmî bi saya vê riyan bi hêztir bibin.
Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî yê Serokomarê Efganistanê îro li ser vexwendina Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê ji bo serdanek yek-rojî gihîşt Tehranê.