Rûhanî: Miletê Îranê dê tu carî xizmetên hemşîreyan ji bîr neke
Serokê Komara Îslamî ya Îranê, bi qedirzanîkirina derheq canfidayiyê, fidakarî û hewldan û dilsoziyên kadroya dermanî û pizîşkî, nemaze civaka hemşîre, got: "Bê şik fidakarî û canvîdayiyên hemşîreyan dê di dîrokê de hertim bimîne û miletê Îranê tu carî xizmetên van însanên hêja û ezîz tu caran ji bîr nake."
Serokê Komara Îslamî ya Îranê, Hesen Rûhanî îro yekşemê bi pîrozkirina roja hemşîran û salvegera jidêbûna Hz. Zeynebê Kubra (s) got: Îro, karmend û kadroyên ku barê tenduristiya welêt li ustiyê wan e, ne tenê îranî baweriya xwe bi wan re hene belkî biyanî jî wan bawer dikin û eva ku hin kes li Ewropayê ji bo emeliyatê tên Îranê , ji Îranê re şanazî û serbilindî ye.
Rûhanî Hz Zeyneb Kubra (s) wekî modelek bêkêmasî ya civaka hemşîre ya Îranê hesiband û got: "Bê guman, 8 salên şerê dasepandî û ferzkirî, şerê aborî û pirsgirêka Corona ji ceribandinên mezin ji bo neteweya Îranê bûn, helbet pêkhateyên curbicur ên xelkê bi taybet kadroya pizîşkî, dermanî û hemşîreyan ku di van hemî waran de bi xwebexşî amade bûn, di van ezmûnan de serbilind û serfiraz bûn.
Serokê Komara Îslamî ya Îranê ragihand: Pizîşk, hemşîre û civaka dermankirinê hertim rêzdar in, lê di 10 mehên borî de, rumet û mewqiya wan a civakî hêjatir û zêdetir bû ji ber ku di rojên xeter û tengasiyê de wan meydan vala nekirin.
Îro, 20ê Kanûna 2020î, pêncê Cemadî El-Ewela sala 1442 Koçberiya Heyvî, rojbûna Hz. Zeyneb Kubra (s) û roja Hemşîreyan e, rv roj li gişt hemîşreyan bi taybet hemşîreyên ku di van rojên Koronayî fidakariyê dikin pîroz bibe.