Parlamenta Ewropayê bi heceta binpêbûna mafê mirovan biryarnameyek li dijî Îranê pesend kir
Parlamenterên Yekîtiya Ewropayê duh bi tometbariya ewa ku binpêbûna mafê mirovan li Îranê dan zanîn biryarnameyek li dijî Îranê pesend kir.
Parlamenta Yekîtiya Ewropa bi hecet rewşa mafên mirovan li Îranê û bi tometa binpêkariyên ku li Îranê tên kirin daxuyaniyek belav kir.
Di wê daxuyaniyê de Parlamenta Ewropayê îdamkirina Rûhullah Zem rexne kir û li gor bawera xwe binpêkirina mafê mirovan li Îranê protesto kir û îdia kir ku li Îranê bi şêweyeke berbiçav mafê mirovan tê binpêkirin, weke bidarvekirin û binpêkirina mafê pêkhateyên kêmanî, tiransina xelkê û dijberan.
Parlamenta Ewropayê herwiha ji Komara Îslamî ya Îranê xwestiye ku qaşo bilez wan kiryaran rawestîne û rê bide ku Reporterê Mafê Mirovan yê Neteweyên Yekbûyî serdana Îranê bike.
Ew biryarnameya Parlamenta Ewropa li dijî Îranê, bi 614 dengên belê, 12 dengên nexêr û 53 dengên bêalî hate pejirandin.
Di raporta hatiye pejirandin de îdia bûye ku hikûmeta Îranê cezayên tund bi ser wan kesan de disepîne ku rexne li desthilatê digirin û di zindanan de bi şêweyekî nemirovane miamele li gel tê kirin.
Herwiha di wê raportê de hatiye îdiakirin ku rewşa azadiya siyasî û civakî li Îranê xeraptir bûye û guşara zêdetir ketiye ser pêkhateyên netewî û mezhebî.
Parlemanterên ewropî di rewşekî boxtanên hanê li Îranê girê didin û îdiyan wiha diweşînin ku li hemberî kiryarên bi serê xwe û cinayetên hevpeymanên xwe, yên li dijî mafên mirovan xwe bê deng dikin û tuyê bibêjî ku ti binpêkirinek pêk nehatiye.
Rûhullah Zem yek ji serşaxên medyaya dijmin û şerê piskolojîk li dijî Îranê bû û ji dijmin bi taybet Amerîkayê re sîxorî dikir û liv û hereketên fermandeyên derecebilind ên leşkerî yên Îranê bi taybet ên serdarê şehîd Qaim Silêmanî ji Amerîkayê re eşker dikirin û ji ber van sûcên xwe jî hikmê îdamê li birîn û ev hikm roja şemiya borî cih hat.
Wezareta Derve ya Komara Îslamî ya Îranê jî rexne li pesendkirina wê biryarnameya Parlamenta Ewropayê girt û diyar kir ku biryarnama hanê bi hecetên derew û bi armancên siyasî hatiye pesendkirin.