Kanûn 15, 2020 12:33 Asia/Tehran
  • Rûhanî tamî li boykotkeran kir: Rêbaza xwe ya serneketî bispêrin mûzexaneya dîrokê

Serokê Komara Îslamî ya Îranê ji hemî kesên ku bi kiryarên weke boykotan li dû têkdana Komara Îslamî ne, temî kir, bo hertim vê rêbaza xelet û işkestxwarî bispêrin mûzexaneya dîrokê.

Hesen Rûhanî, Serokê Komara Îslamî ya Îranê roja Sêşemiyê di civîna Erkantiya Hevahengiya dewletê da, tevî amajeya bi iqtidar û şiyana aborî ya Îranê wek du rastiyên girîng û diyarker, got: Gerçî şerê aborî gellek ziyan li jiyana gel xistin, lê roja îro boykotker û şerxwazên ku hilweşiyana abora Îranê di kurtedemê da pêşbînî dikirin, di halekî Koşka sipî diterikînin ku gelê Îranê serfiraz û serketî di şerekî aborî yê neberanbertir ji berê da ye.

Rûhanî bi gotina vê yekê ku berxwedana gelê Îranê li hemberî zzexta boykotan û şerê aborî yê giştalî ya Donald Trump li dijî Têhranê rastîne mezin nîşanî cîhanê û hemî xêrnexwazên Îranê da, got: Trump rastiyên şiyanên Komara Îslamî ya Îranê qet nas nekirin û li gorî wehm  ûxeyalên xwe tevgeriya.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê got: Serneketina Koşka Sipî di rûbirûbûna digel Îranê da piştî du sal û nîvan ji şerê aborî yê giştalî li kêleka işkesta sioyasetên navneteweyî ji hegerên têkçûna Trump di hilbijartina serokomartiya vî welatî da ne.

Rûhanî di dewamê da bal kişande ser taybetmendiyên mûçeya sala tê (sala 1400 a Koça Rojî) û got: Bingeha amadekirina pêşnumaya Mûçeya sala 1400î, şiyanên aborî yên welêt û rastiyên qada navneteweyî bûne û bi analîza deqîq a dane û lêzanînan û heyitiyên hundirîn hatiye raberkirin.

 

Serepeyv