Kanûn 14, 2020 19:28 Asia/Tehran
  • Serokomarê Îranê: Divê sizayên li ser Îranê bidawî bibin

Serokê Komara Îslamî ya Îranê got: Pêdivî ye ku boykot û sizayên bi zorê û zalimane yên dijî Îranê bidawî bibin.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê, Hesen Rûhanî, îro Duşemê di civînek digel rojnamevanên navxweyî û biyanî de, diyar kir ku dewleta Îranê nahêle bidawîhatina boykot û cezayên zalimane dereng bikeve û got: Bi hatina serokomarê nû yê Amerîkayê rewş wê biguhere, ger serokê niha yê Amerîkayê jî bimaya wê ev rewş biguherta.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê, diyar kir ku dewleta Îranê ji bo girtina pêşiya hilweşiyana Peymana Navokî çi ji destê wî hat kir û di dewamê de got: "Armanca sereke ya Serokomarê Amerîkayê Donald Trump hilweşandina Lihevkirina Navokî bû ku di vî warê de bi ser neket."

Rûhanî got: "zindî hêştina Lihevkirina Navokî û hevkariya ji bo îstiqrar û aramiya navçê her du ji bo Komara Îslamî ya Îranê pir girîng in û sedema serneketina hewldanên Trump ên dijî Îranê di civînên navneteweyî de hevahengî û hevkariya Îranê digel welatên din û grûpa 4 + 1 bû."

Rûhanî herwiha got: Komara Îslamî ya Îranê hewl dide ku bi hemî welatên cîhanê re, nemaze Rûsiya û Çînê re têkiliyan dayne û hez sike têkiliyên baş digel Yekîtiya Ewropî û cîranên re jî dayne.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê terorkirina şehîd "Muhsin Fexrîzadeh", zanyarê navokî û berevaniya Îranî yê navdar, karê wan kesan da zanîn ku dixwestin di rojên dawîn ên rêvebiriya kirêt û reş a Trump da zanîn ku hewldidin agirê şêr li herêmê pêxin û got: Eşkere ye ku armanca sereke ya Rejîma Siyonîst ji terorkirina şehîd Fexrîzadeh, çêkirina bê îstiqrarî û nearamiyê li navçê û derketina şer li dawiya rêvebiriya Trump e.

Rûhanî got ku Komara Îslamî ya Îranê tolhildana ji xwîna şehîd Fexrîzadeh wekî mafê xwe dihesibîne û dê wiya li cîhek rast û di dema rast de bike.

Di vê navberê de Serokê Komara Îslamî ya Îranê herwiha  got: `` Îstiqrara navçê jibo Komara Îslamî ya Îranê pir girîng e, û ji bo vê sedemê wî nexşeya `` Aşitiya Hormuzê`` ji bo Kendava Farisî pêşkeş kir ku sala borî pêşkêşî Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî bû û ji bo 6 welatên dorhêla kendava Farsê û Iraq hate şandin.

Serepeyv