Rûhanî: Mijara sereke ya dewleta Îranê piştgiriya ji çîn û qatên li ber ziyanê di rewşa şerê aborî da ye
Serokê Komara Îslamî ya Îranê dabînkirina kelûpelên bingehîn jibo zêdekirina rihetiya gelemperî û piştgiriya ji şîn û qatên li ber ziyanê yên gel yekemayetiya dewlketê di rewşa cenga aborî da zanîn.
Hesen Rûhanî, Serokê Komara Îslamî ya Îranê roija Yekşemiyê di civîna Hevahengiya aborî ya Dewletê da, got: Di rewşa şerê aborî da, gişt hewildana dewletê ev bûye ku tevî hebûna zextên boyklotan, pirsgirêkên gel kêm bibin.
Rûhanî kontrolkirina hevraz û berjêrên bazara navxweyî û pêşîlêgirtin ji zêdebûna bihaya rêjeyî ya kelûpelên bingehîn, înflasiyon li welêt û poêkanîna rihetiyê li civakê ji armancên herî girîng ên dewleta Îranê da zanîn û got: Siyaseta dabînkirina kelûpelan û terxankirina pereyê derveyî jibo kelûpelên bingehîn nabe ku bibe sebeba zemîneyekê jibo rant û gendeliyê.
Serokê Komara Îslamî ya Îranê di dewamê da li ser pêwîstiya hebûna meydanî ya çavdêran û pêkanîna zelaliyê di çarçova pergala giştalî di warê belavkirin û diyarkirina bihayê jibo kontrolkirina qêmetan pêgirî kir û got: Dewlet bibiryar e ku bi kemilandina pergala giştalî ya ticaretê û pêkanîna zelaliyê li seranserî rêka dabînkirin û belavkirinê, zemîneyên Rant û gendeliyê ji nav bibe.