Kanûn 11, 2020 23:33 Asia/Tehran
  • Xetîbzade: Danîna xîma siyaseta derveyî li ser xeyalan, beraqil nîne

Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê tevî amajeya bi hazirkirina Balyozê Tirkiyê li Têhranê, got: Ji balyozê Tirkiyê ra hat gotin ku danîna xîma siyaseta derveyî li sser xeyalan, beraqil nîne.

Li gorî rapora IRNAyê, Seîd Xetîbzade, Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê roja Îniyê di twittekê da derbarê hazirkirina balyozê Tirkiyê li Têhranê got: Ji balyozê Tirkiyê ra hat gotin ku danîna xîm û binyata siyaseta derveyî li ser xeyalan, beraqil nîne; Gellek li Tirkiyê hene ku baş dîrokê dizanin, pêwîst e beriya xwendina helbestan, hegera ssereke ya gotina wê bînin bîra rayedarên xwe.

Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê her wiha nivîsî: Azerbaycana mêrxas, parçeyê veqetiyayî ji bedena Îrana ezîz, hertim keleha qahêm a welêt bûye.

Receb Teyib Erdoxan, Serokomarê Tirkiyê roja Pêncşemiyê jibo beşdariya di merasima meşa leşkerî ya hêzên Komara Azerbaycanê bi boneya azadkirina navçeyên dagirkirî ji aliyê Ermenistanê va, çûbû Bakûyê.

Erdoxan di vê merasimê da ku Ilham Eliyêvê serokê Komara Azerbaycanê jî hebû, malikeke helbesteke cudatîxwaziyê derbarê Çemê Arazê li ser sînorê Îranê û Komara Azerbaycanê xwend.

 

 

Serepeyv