Kanûn 06, 2020 13:12 Asia/Tehran
  • Rêberê Înqilaba Îslamî hucet-ul-îslam Şukrî  wek nûnerê weliyê feqîh li bunyada şehîd û karûbarên cangoriyan diyar kir

Hz. Ayetullah Xamineyî di hikmekê de hucet-ul-îslam "Yûsif Elî Şukrî" wekî nûnerê Weliyê Feqîh di Bunyada Şehîd û Karûbarên Cangoriyan de destnîşan kir.

Hz. Ayetullah Xamineyî, Rêberê Giranqedr ê Înqilaba Îslamî ya Îranê, bi biryarnameyek roja Yekşemê, xîtabî hucet-ul-îslam hecî şêx "Yûsif Elî Şukrî" got: Ji ber emrê xwedêkirina hucet-ul-îslam Şehîdî (rehmeta Xwedê lê be), ez cenabê te ku gelek salan li Bunyada Şehîd û Karûbarên Cangoriyan ji bo malbatên hêja yên şehîdan xizmetguzariyê dikî û xwediyê gişt mercên hêjatiya nûnertiya wilayeta feqîh li Bûnyada Şehîd û Karûbarên Cangoriyan î,  wek nûnerê xwe di vê bûnyadê teyîn dikim. 

Rêberê Giranqedr ê Îqilaba Îslamî, tekez kir ku hestyarî û girîngiya vê meqamî (nûneratiya weliyê feqîh li Bunyada Şehîd û Karûbarên Cangoriyan) bi tevahî di bendên peywirên hatine ragihandin de tê xuyanê kirin û hêviya xwe siyar kir ku ev peywirên hanê di dema berpirsatiya hucet-ul-îslam Şukrî de bi tevahî cih werin.

Serepeyv