Kanûn 03, 2020 13:06 Asia/Tehran
  • Tirkmenistanê terorkirina şehîd Fexrîzade şermezar kir

Wezareta karên derve ya Tirkmenistanê terorkirina şehîd Muhsin Fexrîzade Serokê Rêxistina Lêkolîn û Dahêneriyê ya Wezareta Berevaniya Îranê şermezar kir.

Li gorî rapora Fars Newsê, Reşîd Muradov, Wezîrê karên derve yê Tirkmenistanê li Eşq Abadê digel Xulam Ebas Erbab Xalis Balyozê Îranê hevdîtin pêk anî û tevî ragihandina sersaxiya vî welatî derbarê terorkirina Muhsin Fexrîzade, zanyarê îranî, got: Eşq Abad vê cinayetê bin tundî şermezar dike û tevî palpiştiya bi xalên bingehîn ên rêziknameya NY destnîşan dike ku her cûre tundî, nemaze di babetên ku bibe sebeba kuştina mirovan, binpêkirina aşkira ya qanûnên navneteweyî û nirxên mirovî ye.

Terorîstên biyanî berêvara Îniya bihurî bi kemînkirina li Bolvara Mustefa Xumeynî ya bajarê Abserdê ya Şaristana Demawendê li rojhilata Têhranê li ser rêya erebeya hilgirê Muhsin Fexrîzade, Serokê Rêxistina Lêkolîn û Dahêneriyê ya Wezareta Berevaniya Îranê, bi operasiyoneke terorîstî û çekdariyê, zanyarê navokî yê Îranê şehîd kirin.

 

Serepeyv